Haydar Şahin
15 Hezîran 2019•Rojanekirin: 18 Hezîran 2019
Li Fasê mixalefetê pêşniyaz kir ku bira Amazîxa (Berberîkî) zimanê fermî yê duduyan ê welêt li ser pereyan were nivîsandin lêbelê partiyên hikûmet ava kirine pêşniyaz red kirin piştî vê nîqaşên li ser statuya ziman dîsa hatin rojevê.
Li Fasê di sala 2011ê da di Qanûna Bingehîn da guherîn hat kirin û zimanê Amazîx jî wekî zimanê fermî hat qebûlkirin, lêbelê ji wê çaxê hetanî nika 8 sal derbas bû ligel vê guherîna ku ji bo ziman di qadên dewletê da were bikaranîn hê ji Meclisê derbas nebû.
Ji bo berfirehkirina bikaranîna ziman di îlona 2016an da bi piştgiriya himetê va "Pêşnûmaya Qanûna Entegrasyona Zimanê Amazîx" hat amadekirin lêbelê hê li bendê ne ku pêşnûma li Meclisê were qebûlkirin.
Hikûmet dibêje ku dibê qanûna serastkirinê ya li ser mijarê were guherandin, ji ber ku pêşnûmaya qanûnê du sal û nîvek e li Meclisê tê seknandin jî bertek tên nîşandan.
Silêman Sidqiyê Serokê Federasyona Amazîxan a Fasê daxuyanî da nûçegihanê AAyê ji siyasetmedaran xwet ku bira piştgiriyê bidin berfirehkirina qada bikaranîna zimanê Amazîx û got, "Ji bo pêşnûma bibe qanûn lazim e ku siyasetmedar îradeyeke jidil nîşan bidin."
Sidqî got pêşnûmaya dixwaze bi guherîna qanûna bankeya navendî va li ser pereyan zimanê Amazîx were nivîsandin ji sala 2016an vir da li Meclisê tê sekinandin, biryara nenivîsandina ziman rexne kir û diyar kir ku li dijî vê hebûna qanûnê tiştekî bêmantiq e.
Sidqî got di sala 2011î da gelek serastkirin hatin kirin ligel vê qada bikaranîna zimanê Amazîx nayê berfirehkirin, di mijara qanûna serastkirinê ya berfirehkirinê da jî tiştek neguherî. Sidqî bangî welatiyan kir ku bira piştgiriyê bidin ku qanûn were guhertin.