03 Sibat 2016•Rojanekirin: 10 Sibat 2016
FELLUCE
Hat ragihandin ku li Fellûceya girêdayî El-Enbara bajarê Iraqê ya ku hatiye dorpêçkirin 5 hezar malbatên ku asê mane bi xetereya mirinê re rû bi rû ne.
Qaymeqamê Sadûn eş-Şalan daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hêzên ewlehiyê Fellûceya di bin kontrola DAEŞa rêxistina terorê ve hatiye dorpêçkirin, li navçeyê tê texmînkirin ku di navbera 3 hezar û 5 hezarî de malbat hene û ev malbat bi xetereya mirinê re rû bi rû ne.
Şalan qal kir ku hêzên ewlehiyê ji bo ku milîtanên DAEŞê jê sûd wernegirin destûr nadin ku tu xurek û derman bikevin hundir û got ku ji sepana navborî herî zêde gelê ku li navçeyê asê maye.
Şalan bal kişand ku li hawirdora navçeyê mayîn veneşartine û ji rayedaran xwest ku bila ji bo ku sivîl bikarin ji navçeyê derkevin korîdora ewlehiyê ava bikin.
Ji aliyê din ve Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Iraqê raporek weşand û got ku Fellûce di bin kontrola DAEŞê de ye û hêzên ewlehiyê dorpêç kiriye. Hat gotin ku li Fellûceyê 100 hezar sivîl asê mane, kêmasiya xurek û derman heye, ji ber tehdîda DAEŞê bi xetereya mirinê re rû bi rû ne.
Her wiha di raporê dan zanîn ku ji niştecihên Fellûceyê Mihemed el-Xalbûsî da zanîn ku hin mirov gihayan dixaşînin û xwe bi wan têr dikin.