03 Sibat 2016•Rojanekirin: 03 Sibat 2016
ANKARA / HELEB
Rûsya û rejima Esed ji bo ku korîdora stratejîk a navbera wilayeta Helebê û sînorê Tirkiyê bigre, êrîş zêde kirin.
Jetên ûris 3 roj in korîdora stratejîk a ku di kontrola mixalifan da ye, bombebaran dikin. Hêzên Esed jî bi piştgiriya milîsên Îranê, ji rojhilatê korîdorê va êrîş dike.
Korîdor dikeve bakurê Helebê û rojhilata bajarokên Nubul û Zehrayê ku ev der di kontrola rejimê da ne û zêdetir şiî lê ne. Korîdor vê gavê 6 kîlomêtre ye. Duh gundên Tel Cibin, Duweyr Zeytun û Hirdeteynê ketin kontrola rejimê. Korîdor 9 kîlomêtre bû, lê piştî ku hêzên rejimê ev gund bi dest xistin, korîdor bû 6 kîlomêtroyan.
Hêzên rejimê ji xeta Hirdeteyn-Başkoy-Rîtyanê ku dikeve rojhilata korîdorê ra êrîş dike. Heke hêzên rejimê bigihîje Nubul û Zehrayê, sînorê Helebê piranî bi Tirkiyê ra qut dibe.
Bajarokên Nubul û Zehrayê dikeve başûrê rojhilata Efrînê, ku ev der di kontrola PYDya şaxa PKKê ya Sûriyê da ye. Ji ber vê yekê hêzên Esed û Hîzbullahê bi PYDê ra hevkariyê dike.
Tê gotin ku Rûsya di nav du rojan da ji sedî zêdetir êrîşên esmanî birin ser navçeya Anadan û gundê Başkoyê. Ev der li ser korîdorê ne. Di êrîşan da duh 4 kes miribûn, 60 kes birîndar bibûn.