Ahmet Aydın
12 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2017
ANKARA
Ji bo azadkirina Fewzî el Cuneydiyê 16 salî ku dema li El Xelîla bajarê Filistînê di kolanê re derbas dibû rûbirûyê şideta leşkerên Îsraîlî hat, bangawazî li raya navdewletî hat kirin.
Di bangawaziya ku ji aliyê Tevgera Edalet û Mafên Mirovan hat kirin de hat diyarkirin ku "Fewzî el Cuneydî hê 16 salî ye û di malbata xwe de ji 7 xwişk û birayan birayê herî mezin e. Dayika wî nexweşa qansêrê ye ku nexweşiya wê bêçare ye. Bavê wî jî nexweş e di nav livînan de ye. Fewzî bi karên rojane debara malbata xwe dike û ji ber vê jî nikare biçe mektebê."
Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin:
"Îsraîl bi şiklekî sîstematîk zarokên Qudsê û Şerîeya Rojava binçav û derdest dike. Di rojên dawî de Îsraîlê rêjeya tundiyê li dijî Filistîniyên Qudsê û bajarên din zêdetir kiriye. Roja 7ê berfanbara 2017an komeke çekdar a ji yekên leşkerên Îsraîlî, li El Xelîla bajarê Filistînê dema Fewzî el Cuneydiyê 16 salî di kolanê re derbas dibû, êrişî wî dikin û lê didin. Leşker bi şiklekî bêmihrebanî li Fewzî dixin, diavêjin erdê, pêlê dikin, paşê çavên wî girêdidin û dibin qereqoleke eskerî ji wêderê jî diavêjin Girtîgeha Oferê ya Îsraîlê. Ev bûyera menfûr ku ji aliyê rojnamevanan ve tê teswîrkirin û bi vî şiklî di raya giştî ya cîhanî de reng vedide."
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku Fewzî el Cuneydî kurekî 16 salî ye û di malbata xwe ji 7 birayan birayê herî mezin e û cih dan van gotinan:
"Dayika wî nexweşa qansêrê ye ku nexweşiya wê bê çare ye. Bavê wî jî nexweş e di nav livînan de ye. Fewzî bi karên rojane debara malbata xwe dike û ji ber vê jî nikare biçe mektebê. Îsraîl bi şiklekî sîstematîk zarokên Qudsê 3u Şerîeya Rojava binçav dike û derdest dike. Di rojên dawî de Îsraîlê rêjeya tundiyê li dijî Filistîniyên Qudsê û bajarê n din zêdetir kiriye."
Herwiha der barê fealiyetên Îsraîlê ku van rojên dawî de dike wiha hat gotin:
Bi reqemên tesbîtkirî; sala 2015an 22 ji wan keçik bi giştî 2634 zarok hatin girtin.
Sala 2016an de jî 32 ji wan keçik bi giştî 887 zarok hatin girtin.
Sala 2017an de jî heta nuha 700 zarok hatine girtin.
Zarokên ku têne girtin derdixin mehkemeyên leşkerî yên Îsrailê. Zarokên ku ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve tên binçavkirin yaxud tên girtin çavên wan têne girêdan, destên wan tên kelemçekirin, rûbirûyî lêdan, şideta fizîkî, birçîhiştin, heqaret, destdirêjî, fişara derûnî, êşkenceyên cûrbicûr tên hiştin. Wan bi dayikên wan tehdîd dikib û herwiha bi zext ewraqên bi zîmanê îbrî bi wan têne îmzakirin.
Daxuyanî bi mebesta azadkirina Fewzî el Cuneydiyê ku hê zarok e, bangawazî li hemî mekanîzmayên navneteweyî, hemî rêxistinên mafên mirovan yên fermî-sivîl, saziyên mafên zarokan û dewletên pabendê Peymana Parastina Mafên Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî û herwiha li mirovên xwedî wijdan dike ku gavên berceste biavêjin û bertekê nîşan bidin.