Ayşe İrem Tiryaki
10 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2024
Li Florîdaya eyaleta Amerîkayê ji ber Bahoza Mîltonê ya ku kategoriya wê 3 ye li herêma Sîesta Keyê qasî 2,6 milyon kes bê ceyran man.
Navenda Bahozê ya Neteweyî li ser Bahoza Mîltonê ya ku bi rojan e dihat payîn ku wê li Florîdayê biqewime daxuyanî da.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin bahoza ku behsa wê tê kirin û kategoriya wê 3 ye li herêma Sîesta Keyê ya Florîdayê xist.
Hat destnîşan kirin ku piştî demekê hêza Mîltonê gav bi gav kêm bû û daket kategoriya 1ê.
Di daxuyaniyê da ji bo gelê Tampa û St. Petersburgê hişyarî hat dayîn ku ji ber bayê xurt yê ku wê piştî bahozê rabe divê ew bilez herin cihên ewle.
Malpera PowerOutageyê ya ku ceyrana çûye dişopîne jî daxuyand ku ji ber bahozê qasî 2,6 milyon kes bê ceyran man.
Li herêma St. Petersburgê ji ber ku bahozê zirar da xeta avê xizmetên avê hatin rawestandin, vîncek xirab bû û di hin avahiyan da jî zirar çêbû.
Li herêma St. Lucîeyê ya ku tesîra bahozê lê çêbû jî Şerîf Keith Pearson daxuyand ku hin kes mirine, lê der barê mijarê da agahiyên berfireh parve nekir.