Abdullah Tel
03 Îlon 2017•Rojanekirin: 04 Îlon 2017
PARÎS
Li Fransayê par ji ber zext û zordariya malbatî 109 jin û 29 mêr hatin kuştin.
Li gor lêkolîna ku Wezareta Karên Navxweyî ya Fransayê weşand para 138 kes rastî êrişa mêrê xwe, jina xwe û yan jî kesê bi fermî li cem dijîn hatin û mirin.
Di lêkolînê da derket holê ku ji kesên di zext û zordariya malbatî da hatin kuştin 109 ji wan jin, 29 mêr û 9 jî zarok in.
Di sala 2015an da jî li Fransayê 115 jin di êrişên malbatî da hatibûn kuştin.