Şeyma Yiğit
12 Tebax 2025•Rojanekirin: 13 Tebax 2025
Li hêla başûrê Fransayê, li 14 parêzgehan ji ber germahiya hewayê asta elerimê derxistin "sor"ê.
Li gorî nûçeyên çapemeniya neteweyî, 14 parêzgehên ku dikevin rojavayê başûrê welêt, ketin ber pêla hewaya germ.
Ajansa Meteorolojiyê ya Fransayê Meteo-Franceê diyar kir ku termometre li parêzgeha Audeyê 42 pile, li parêzgeha Rhoneê û bajarê Lyonê jî 41 pile dê nîşan bidin.
Gironde, Dordogne, Lot-et-Garonne, Landes, Lot, Tarn-et-Garonne, Gers, Tarn, Haute-Garonne, Rhone, Isere, Drome û Ardeche ji wan parêzgehan in ku ji ber germahiya hewayê ya zêde "elerima sor" hat dayîn.
Ji xeynî van li parêzgeha Audeyê jî asta elerimê derxistin "sor"ê ku şewata daristanê ya herî mezin a di demsala havînê da lê çêbûbû û zirar gihîştibû zêdeyî 16 hezar hektar qadî.