Elif Irmak
30 Gulan 2020•Rojanekirin: 30 Gulan 2020
Li Fransayê jimara kesên ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin derket 28 hezar û 714an.
Li gor daxuyaniya Saziya Tenduristiya Gel jimara pêketiyên vîrusê di 24 saetên dawîn da 597 zêde bû û derket 224 hezar û 70 kesî.
Ji ber Kovîd-19ê 1361 jê di unîteya nexweşiyên giran da 14 hezar û 695 kes li nexweşxaneyan tên dermankirin. Jimara kesên di unîteya nexweşiyên giran da 51 roj e kêm dibe.
Jimara başbûyiyan 656 zêde bû û derket 67 hezar û 803yan.
Ji ber şewbê di 24 saetên dawîn da li nexweşxaneyan 52 kes mirin. Jimara miriyan li nexweşxaneyan derket 18 hezar û 387an, li malên xwedîkirina îxtiyaran jî derket 10 hezar û 327an. Bi vî awayî jimara miriyan derket 28 hezar û 714an.