Haydar Şahin
27 Sibat 2021•Rojanekirin: 28 Sibat 2021
Di rapora îstixbarata Amerîkayê amade kir da tê gotin ku Mihemed bîn Selmanê Mîrzeyê Welîehd destûr da ku Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê li Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî hat qetilkirin were kuştin.
Dîrektoriya Îstixbarata Neteweyî ya Amerîkayê (DNI) "rapora nirxandina îstixbaratê ya Kaşikçi" ya ku di sala 2018an da hatibû amadekirin lêbelê rêveberiya Donald Trump eşkere nekiribû weşand.
Teşkîlata Îstixbarata Navendî (CIA) jî tev saziyên îstixbaratê yên eleqedar jî tevkarî dan raporê, di raporê da hat diyarkirin kesê ku cinayeta Kaşikçi pesend kiriye Mîrzeyê Welîehd e.
Di raporê da wiha hat gotin: "Di encama xebatan da me dît ku Mihemed bîn Selmanê Mîrzeyê Welîehd ê Erebistana Siûdî operasyon tesdîq kiriye ku Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê ji Erebistana Siûdî li Stenbola bajarê Trirkiyeyê ya were derdestkirin yan jî were kuştin."
Wekî mayîn wiha hat gotin: "Mihemed bîn Selmanê Mîrzeyê Welîehd mekanîzmaya biryardayîna welêt kontrol dike, şêwirmendekî girîng ê Mîrze û ekîba wî ya ewlehiyê di kuştinê da cî girtin, Mîrze ji bo mixalifên li dervayê welêt bide huşkirin gavên tindiyê avêt û li gor van agahiyan em gihîştin vê encamê."
Cemal Kaşikçiyê nivîskarê Washîngton Postê yê Mihemed bîn Selman rexne dikir di 2yê cotmeha 2018an da çûbû Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî û paşê ji wir derneketibû. Paşê derketibû holê ku Kaşikçi kuştine û cesedê wî parçe kirine.