Behlül Çetinkaya
10 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2024
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî destnîşan kir, li welatên Ewropayê emilandina mafê protestoyê tê sînordarkirin û protestovan wekî tundrev, terorîst yan jî sîxur tên wesifandin.
Rapora ku Rêxistina Efûyê bi sernavê "Li 21 welatan rewşa mafê protestoyê: Ya kêm tê parastin û zêde tê sînordarkirin" amade kir, derxist holê ku li Ewropayê mafê kombûn û protestoya aştiyane di bin êrîşê da ye û tê sînordarkirin.
Di raporê da her wisa hat diyarkirin, li Ewropayê qanûn û sepanên ku dibin sedema emilandina hêza nehevseng, binçavkirin, vekirina lêpirsînan û sînordarkirinan, bi awayekî sîstematîk dibin sedem ku derfeta emilandina mafê protestoyê ji holê rabe.
Di raporê da hat balkişandin, li Fransa, Almanya, Yûnanistan, Îspanya û Îtalyayê çekên merivan nakujin yên polês diemilînin dibin sedema birîndarbûnên mayînde û wek nimûne jî kesekî ku li Fransayê destê wî jêbû, hat nîşandan.
Dîsa di raporê da wê agahiyê jî cih girt ku li Belçîka, Fransa, Fînlandiya, Almanya, Îtalya, Polonya, Sirbistan, Slovenya û Swîsreyê polêsan li dijî zarokan hêza nehevseng emiland.
Di raporê da hat gotin ku polês di pêvajoyên qanûnî da jî tên parastin, dewlet li ji bo xwepêşandêran teknolojiyên çavdêriyê yên pêşketî bi kar tînin, ev teknolojî jî kesan dişopînin, daneyên destxistî vedişêrin û analîz dikin.
Di raporê da bal hat kişandin ku hin welêt ev yek bi qanûnan berfireh kirine, lêbelê ji bo ku dane seba armancên xerab neyên bikaranîn, tevdîrên hewcedar jî hilnedane.
Di raporê da hat destnîşankirin, pergalên naskirina rûyê merivan ku Rêxistina Efûyê daxwaza qedexekirina wan kir, zêde bûne û bi vê rêyê çavdêriya girseyî hatin kirin.
Li gorî balkişandina raporê, li hin welatên Ewropayê li gorî nasnameya wan polês ferq û cudahiyê dixe navbera xwepêşandêran.
Her wiha di raporê da hat gotin, komên ku rastî nîjadperestî û wêderkirinê tên, di pratîkê da jî rastî bê edaletî û newekheviyê tên. Komên nîjadperest hewl didin ku tengavkirinên hin koman mafdar derxînin.