31 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 02 Mijdar 2016
MÛSIL
Li Iraqê piştî ku gundên li aliyê bakûrê rojhilatê Mûsilê ji aliyê pêşmergeyan ve, ji DEAŞa rêxistina terorê hatin xilaskirin, li herêmê jiyan normalîze bû.
Şêniyên Fazîliyeya gundê ser Başîqaya bajaroka Mûsilê ku ev du sal û nîv e di destê DEAŞê da bû û pêşmergeyan ew paşve sitand, ji bo vegerin rojên berê hewl didin.
Esnafên ku ber û berhemên ji Herêma Kurdistana Iraqê tên dibin dikanan, tê dîtin ku ji halê xwe razî ne.
Ji şêniyên herêmê hin ji bo cîran û pêşmergeyan nan hazir dikin, bi taybetî alîkarî didine cîranên xwe yên ku nan û ava wan tuneye. Zarokên gundê Fazîliyê jî îfade dikin ku berê neweribûn li heremê bi rihetî bigerin, DEAŞê gelek sînor danîbûn, wexta ku me ew îxlal dikir em ceza dikirin, niha em bi kêf li herêmê digerin û dilîzin.
Li gundê Fazîliyê herî zêde erebên sunî û kurdên şebek dimînin. Herwiha li ser dîwarên xanî û avahiyan sloganên DEAŞê tên dîtin.
Di operasyona rizgarkirina Mûsilê da Pêşmerge û artêşa Iraqê hemaheng tevdigerin û hêzên hevpeymanê jî bi firokeyên cengê va ji asîman piştgiriyê dide operasyonê. Herwiha welatiyên li gund bona ku nebin hedef, flamayên spî bi baniyê avahiyên xwe va dikin.
- Mêr piştî rûxîna DEAŞê ruyê xwe kur dikin
Mahmûd Ehmed Xazir ku li Faziliyê tekane berber e, destnîşan kir ku di heyama DEAŞê da tukesî riyê xwe kur nedikir.
Xazir wiha xeberda, "DEAŞê ji ber ku min bi awayê amerîkî zarokek traş kir, 45 qamçî ceza da min. Li min gef xwarin û gotin ku heger bê dubarekirin dê min bikujin."
Leşkerekî mensûbê Pasevanên Neynewayê ku yek ji mişteriyên berber e, destnîşan kir ku leşkerê tirk ew li Kampa Zêlikan a Başîqeyê 1,5 sal perwerde kirin û di şerê rizgarkirina gund da wî herî li pêş cî girt.
Gundê Faziliyê ku rojhilatê bakurê Mûsilê dimîne, hefteya borî bi destê Pêşmerge ji rêxistina terorê DEAŞê hatibû rizgarkirin.