Büşra Selvi Öğütcen
11 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2021
Li Girava Mezin a li Hawaiiya eyaleta Amerîkayê bi lerza 6,2yan erdhej çêbû.
Navenda Lêkolîna Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihand ku bi lerza 6,2yan erhejek çêbû ku navenda wê 27 kîlomêtro başûrê herêma Naalehuya li Girava Mezin e.
Hat daxuyandin erdhej 35 kîlomêtro di bin erdê da çêbûye û di erdhejê da tu kes nemiriye û birîndar nebûye.
Wezareta Gihandinê ya Hawaiiyê jî daxuyand di erdhejê da balafirgeh, bendergeh û pireyan tu zirar nedîtiye.
Hat ragihandin piştî erdhejê talûkeya tsunamiyê tune.