HALEP
Hat diyarkirin ku li bajarê Heleba Sûriyeyê pevçûn didomin û Hizbûllah û hêzên rejîmê ku alîkarî ji Ebû Fadil Abbasê Şiî digirin, Tûgaya 80emîn a ku di bin kontrola muxalîfan de bû bidestxistine. Tê îdiakirin ku di van pevçûnan de serbazekî Îranî hatiye dîlgirtin.
Berbirsiyarê Tûgaya Tewhîdê yê çapemeniyê Salih Anadanî destnîşan kir ku li Helebê, li der û dora Tûgaya 80emîn ev çar roj in pêvçûn didome û hêzên rejîmê kontrola tûgayê bidestxistine û wiha got: "Di pevçûnên ku li der û dora tûgayê de serbazekî Îranî jî hatiye dîlgirtin."