13 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku li Heleba bajarê Sûriyeyê ya ku hatiye dorpeçkirin, di avahîyekî de ji 100î zêdetir zarok mehsur mane.
Fona Alîkariyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) daxuyand ku li rojhilata Helebê zarokên ku malbatên wan ne li cem wan in û di bin êrîşên giran de ne, di avahiyekî de asê mane. UNICEFê bang kir ku divê ev zarok bilez ji wir bên xilaskirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hejmara zarokên asê mane ji 100î zêdetir e.
Dîrektorê herêmê yê UNICEFê Geert Cappelaere wiha got: "Dinya divê ji bo zarokên li Helebê rabe li ser piyan. Dem ew dem e ku ev kabusa ku ew dibînin divê dawî bibe."
Cappelaere got ku ew ji ber agahiyên UNICEFê yên ku dibêjin "li Helebê zarok û sivîl tên înfazkirin" û ev agahî hê nehatiye teyîdkirin û ew pir bifikar in.