04 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2016
HELEB
Hat ragihandin ku balafira şer a artêşa Sûrieyê êrîş bir ser kesên ku ji herêmên pevçûnê yên li aliyên rojhilat ên navenda bajarê Helebê direvin, di êrîşê de 8 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn.
Ji rayedarên parastina sivîl Necîb Ensarî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku balafireke şer ê artêşa Sûriyeyê sivîlên ku ji herêmên pevçûnê yên li rojhilatê navenda Helebê direviyan semta Şearê bombebaran kir.
Ensarî got ku di êrîşê de 8 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn û da zanîn ku balafirên şer taxên Sûkkerî, Maxayir û Firdewsa ku li aliyê rojhilat ê bajêr cî digire û di bin kontrola mixalifan de ye bombebaran kir.
Ensarî destnîşan kir ku ekîbên parastina sivîl hewl didin kesên ku di bin enqazên malên ku di encama êrîşan de xira bûn derxînin û li herêmên ku mixalif lê ne rewşa mirovahiyê gelekî xirab e.
Li rojhilatê Helebê nêzî 300 hezarî sivîl ev ji 3 mehan dirêjtir e ku di bin gemaroya rejimê de ye. Hêzên rejimê ji 15ê sermawezê vir ve herêmê gelekî bombebaran dike. Di encama êrîşan de di van 18 rojên dawîn de ji 758an zêdetir sivîl mirin û 2 hezar û 500î zêdetir jî sivîl birîndar bûn, tu nexweşxane û dibistanên li bajêr nikarin xizmetê bidin.