Barzanî berî Newroza dê 21ê Adarê de bê pîrozkirin peyamek weşand û di peyamê de destnîşan kir ku meha adarê ji bo kurdan him meha serkeftinê him jî meheke dilsoj e. Barzanî îfade kir ku di meha adarê de him bûyerên baş him jî bûyerên gelek dilsoj ji bo kurdan pêk hatine.
Barzanî diyar kir ku meha adarê ji bo gelê me "meha serfirazî û trajediyê ye, di heman demê de jî dibistana berxwedan û bixwebaweriyê ye" û wiha dewam kir:
"Di meha adarê de serhildana gel gihîştiye serfiraziyê. Bi çekên kîmyewî êrîşî Halepçe-î Şehîdê hatiye kirin, Peymana 11ê Adarê hatiye îlan kirin û Cejna Newrozê hatiye qebûlkirin. Hemû nifşên gelê Kurdistanê tim li ber xwe dane û niha nifşeke wiha gihîştiye ku li ber tu dîkdatorî û dagirkeriyê serê xwe natewîne. Ev nifşeke wisa ye ku tu caran di mijara azadî û pêşketinê de ji gotina xwe nayê xwarê."
Barzanî got ku gelê kurd li dijî rejima Baasê bi salan li ber xwe da û wiha dewam kir: "Hemû dinyayê dît ku gelê Kurdistanê aştîhez e, lêbelê tu caran razî nabe ku mafên wan ji destê wan bê sitandin."
-Bila qetla Helebçeyê wek "komkujî" bê qebûlkirin
Barzanî got ku ji bo bîranîna Komkujiya Helebçê ya 16 Adarê amadehiyên xwe kirin e û got ku bila Helebçe wek "komkujî" bê qebûlkirin.
Mesûd Barzanî wiha pê de çû: "Di van êrîşên dermirovahî de zêdetirî 5 hezar însanên me şehîd ketin û bi hezaran jî jehrê ketin. Ez bangî dewletên dinyayê dikim da ku qetla Helebçeyê wek komkujî bê qebûlkirin. Helebçe bûye wek nîşaneya serpêhatiyên dilsoj û zilma li kurdan hatiye kirin."