Ahmet Aydın
20 Adar 2018•Rojanekirin: 24 Adar 2018
HEWLÊR/KERKÛK
Li Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk û Duhokê agirê Newrozê hat dadan û çalakiyên curbicur hatin lidarxistin.
Li Hewlêrê çalakiya Newrozê weke her sal li Parka Şanederê hat lidarxistin û di çalakiyê de Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî, rayedarên Herêma Kurdistanê û nûnerên welatên biyanî amade bûn.

Hadî di axaftina xwe de temenniya wesîlebûna Newrozê ji aşitî û îstiqrara mayînde re kir û got, "Hêvîdarim Newroz bibe sedema wê yekê ku jiyana pêkveyî bihêz û xurttir bibe."
- Li Kerkûkê Newroz bi beşdariya nûnerên partiyên Kurd pîrozkirin
Ji aliyekî din li keleha bajarê Kerkûkê tedbîrên ewlekariyê hatin şidandin. Hejmarek gelek welatî hatin qada çalakiyê. Li wêderê jibilî nûnerên partiyên siyasî yên kurdî rayedar beşdarî çalakiya newrozê nebûn.

Hêzên Ewlekariyê yên Iraqî îsal destûr nedan ku li keleha Kerkûkê alaya Herêma Kurdistana Iraqê bê daleqandin. Tenê hiştin ku di destan de bên girtin.
Di esnaya pîrozbahiyan de helîkoptêrên polîsan li asîmanan firiyan.

- Li Duhokê pîrozbahiyên Newrozê
Li navenda bajarê Duhokê ji bo pîrozbahiyên Newrozê tedbîrên ewlekariyê hatin şidandin û gelek cadde û rê ji hatûçûna wesayitan re hatin girtin.
- Silêmaniyê pêşwaziyeke gur li newrozê kir

Li navenda bajarê Silêmaniyê û Helebceyê welatiyan Newroz pîroz kir.
Li Silêmaniyê bi beşdarbûna rayedar û welatiyan aheng û çalakiya taybet hat lidarxistin.

Li Helebceyê jî bi beşdarbûna Şaredarê Helebceyê Kwêstan Ekrem û rayedarên din agirê Newrozê hat dadan û pîrozbahî li hatina sala nû hat kirin.