07 Adar 2017•Rojanekirin: 07 Adar 2017
MUSUL
Hat ragihandin ku hêzên Artêşa Iraqê herêma rojavayê Mûsilê taxa Teyyaranê avahiya ku Serkonsolosxaneya Mûsilê ya Tirkiyeyê jî di nav da ye, bi temamî xistin bin kontrola xwe.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên leşkerî hilda, piştî ku taxa Teyyaranê hat xelaskirin, hêzên artêşê nikaribûn demildest bikevin cihê ku Serkonsolosxaneya Mûsilê lê ye. Li herêma ku konsolosxane lê ye, piştî ku ji TNT û teqemeniyên din hatin paqijkirin şûnda, hêz ketin sehaya konsolosxaneyê.
Mûsil piştî ku di hezîrana 2014an da ket destê DEAŞa rêxistina terorî, Serkonsolosxaneya Mûsilê ya Tirkiyeyê hatibû valakirin. Ji ber ku milîtanên DEAŞê konsolosxane wek baregeh bi kar dianîn, jetên koalîsyonê berî niha konsolosxane bombe kiribûn, ji ber vê avahî xerab bûye û bûye kavil.