17 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2018
HEWLÊR
Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) ya nêzî Teşkîlata Birayên Misilman ragihand ku ewê ji hikûmeta koalîsyonê veqete.
Sekreterê Giştî yê Yekgirtûyê Selahaddîn Bahaddîn li Hewlêrê civîna çapemeniyê li dar xist û biryara partiya xwe ya veqetîna ji hikûmeta 8emîn a HKIyê eşkere kir.
Bahaddîn destnîşan kir bi hikûmetê ra civîn kirin û bi bîr xistin ku daxwazên wan ên berê xalbixal eşkere kirin bi cih neanîne. Sekreterê Yekgirtûyê ragihand ku li ser vê konseya serokatiya partiyê civiya û bi pirdengî biryar da ku ji hikumetê veqetin.
Parlementoya HKIyê 111 parlementerî pêk tê û ji Yekgirtûyê 10 parlementer hene û di kabîneyê da jî xwedî 5 wezîran bûn.
Beriya Yekgirtûyê Komel û Goranê jî ji hikûmetê cihê bûbûn.
Di kabîneyê da niha bi tenê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) man.
Hersê partiyên ji hikûmetê veqetiyan îdia dikin ku hikûmet nikare bi qeyrana li herêmê didome ra biçe serî û bi vê hincetê jî xwe dan alî.