Fatih Gazioğlu
17 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2018
WASHINGTON
Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Heather Nauertê der barê fealiyetên Amerîkayê yên li Sûriyeyê de wiha got: "Bila bê zanîn ku xebateke em bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)/PYD/PKKyê re bikin bi karên navxweyî yên Sûriyeyê re eleqedar e."
Heather Nauertê di civîna çapemeniyê ya rojane da pirsên der barê Sûriyeyê da bersivandin.
Nauertê li ser daxuyaniyên Tirkiyeyê yên der heqê PYD/PKKyê de wiha got: "Tirkiye dewleteke hevkar a girîng û biqîmet a NATOyê ye."
Nauertê îdia kir ku armanca wan ya li Sûriyeyê ew e ku DEAŞê jî hol rakin û wiha dewam kir: "Bila bê zanîn ku xebateke em bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)/PYD/PKKyê re bikin bi karên navxweyî yên Sûriyeyê re eleqedar e."
Nauertê ji aliyê din ve daxuyand ku Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Rex Tillerson û Wezîrê Karên Derva yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu wê li Kanadayê îro hevdîtinekê bikin.