Ji ber berf û bagerê rêya 302 gundên li navend û navçeyên Wanê hat girtin. Ekîbên paqijkirin û vekirina rê bênavber xebatên xwe didomînin. Li navçeya Mikusê xwendingeh ji bo rojekî hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniya Şaredariya Wanê da hat diyarkirin ku li tevahiyê bajêr rêya 302 gundan ji ber ba û bagerê ji çûyîn û hatinê ra hatin girtin û ekîbên şaredariyê bênavber dixebitin ku rêyan vekin.
Wek mayîn li navenda bajêr ji ber sermayê rê cemidîn û ajikar di tengasiyê da dimînin. Wesayît dema ku ji kuçeyan derdikevin kolanan tu dibê li ser pîşta cemedê ne û dişiqitin.
Li kolanan hin wesayît dişiqitin û li hev diqelibin. Ekîbên şaredariyê rêyên bajêr paqij dikin û ji bo ku cemed bihele rê xoyê dikin.
- Bidlîs
Li Bidlîsê ev 3 roj e dem bi dem berf dibare ji ber vê yekê jî rêya 232 gundan hat girtin. Ekîbên paqijkirina berfê yên Îdareya Taybet ên bajêr xebatên vekirina rê didomînin.
Li navçeya Hîzanê qalindahiya berfê xwe gihande metreyekî û her alî çîl û sipî bû û dîmenên balkêş derketin holê. Ji ber berf û bagerê gelek wesayît di rêya Hîzan-Tetwanê da man û ekîbên rêbejayê û îdareya taybet xebatên xwe didomînin.
- Mûş
Li Mûşê jî ji ber berf û bagerê rêya 60 gundên navendê, 93 gundên Vartoyê, 15 gundên Korkutê, 30 gundên Milazgirê û 15 gundên Bulanxê hat girtin.
Ekîbên Îdareya Taybet û Şaredariya Mûşê him li navenda bajêr him jî li gundan dixebitin ku rê vekin. Ekîbên rêbejayê jî li dijî cemedê rê xoyê dikin.
Berf herî zêde li Vartoyê dibare ji ber vê yekê jî xwendingeh ji bo rojekî hatin tetîlkirin.
- Hekarî
Li Hekariyê ji duh berêvarê virda barîna berfê zêde bû û ji ber vê yekê jî rêya 112 gund û 309 goman hat girtin.
Li bajêr qalindahiya berfê xwe gihande 50 santêmî û mij derket û bager rabû mirov ji 2 metreyî zêdetir nikare pêşiya xwe bibîne. Ekîbên Îdareya Taybet li herêmên ku barîna berfê kêm dibe xebatên vekirina rê didomînin. Li Hekarî, Gever û Şemzînanê ji bo rojekî xwendingeh hatibûn tetîlkirin.
- Elezîz
Li Elezîzê jî ji ber berf û bagerê rêya 110 gundan hat girtin.
Di daxuyaniya Îdareya taybet a Elezîzê da hat diyarkirin ku ji ber barîna berfê rêya 28 gundên Qereqoçanê, 21 gundên Sîvrîceyê, 20 gundên Paloyê, 19 gundên Madenê, 9 gundên Kovancilarê, 9 gundên Kebanê, 2 gundên Alacakayayê û gundekê navendê hatiye girtin.
Di daxuyaniyê da hat eşkerekirin ku berf û bager rê nade ku herin gundan û wiha hat gotin: "Ekîba me ya ku ji 66 wesayît û 75 xebatkaran pêk tê bênavber xebatên xwe didomîne. Heta ku bager tunebe ekîbên me 24 saetan bênavber dixebitin û yê di demeke kurt da rêyan vekin."