PEKÎN
Li Herêma Xweser a Şîncan Ûygûrê ya Çînê, duhê di kaneke komirê de teqîna grîzûyê pêk hat û di encamê de 17 karkerên ku asê bûn, mirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Şînhûayê ya Çînê, di qezaya kana komirê ya Dahuangşan Yûşînê ya ku 120 kilomêtre dûrî Ûrûmçiya paytexta eyaletê ye de ji 20 karkerên ku dixebitîn tenê jê 3 kes hatin xelaskirin.
Di daxuyaniya piştî qezayê de hatibû destnîşankirin ku ji bo ewlehiyê ew encax piştî qezayê 24 saet şûnde dikarin bikevin kanê.