Ömer Koparan,Ethem Emre Özcan
12 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2023
Li herêmên Sûriyeyê yên di bin kontrola rejima Beşar Esed da ji ber qeyrana sotemeniyê bidestxistina nan jî bi zehmetir bûye û gelek firne ji ber tunebûna sotemeniyê hatine girtin.
Sotemenî ji qadên di bin dagirkeriya PKK/YPGya rêxistina terorê da ne tê derxistin û ew jî niha nafiroşin herêmên di bin kontrola rejima Esed da ne û ji ber vê jî qeyrana nan derket.
Gelek firneyên li navendên bajarên mezin ên di bin kontrola rejimê da ne ji ber tunebûna sotemeniyê deriyên xwe girtin û nikarin nan derxin.
Ji ber ku firne baş naxebitin, nan dernakeve û gel jî nikare bi hêsanî xwe bigihîne nan û milet ji bo kirîna nan dikeve dora bi metreyan dirêj.
Di pakêtekê da 7 nanên Sûriyeyê bi 3000 Lireyê Sûriyeyê (nêzî 9,5 Lireyê Tirkiyeyê) tê firotin lê niha ji ber kêmbûnê heman pakêt bi du qat bihayî tê firotin.
Di dîmenên ekîba AAyê qeyd kirin da tê dîtin ku hinek firneyên li Şamê girtî ne û li ber yên vekirî jî milet ketiye dorê.
- Qeyrana sotemeniyê
Ev demeke dirêj e li herêmên di bin kontrola rejima Esed da ne qeyrana sotemeniyê heye û PKK/YPG jî firotina sotemeniya ji qadên neftê yên di bin dagirkeriya xwe da derdixe, bi hatina zivistanê ev demek e daye sekinandin. Ji ber vê jî niha li herêmên di bin kontrola rejimê da ne qeyrana sotemeniyê heye û rejimê jî wek çareserî di berfanbara 2022an da ji sedî 20 zem danî ser bihayê sotemeniyê.
Serokê hikûmeta rejimê Huseyîn Arnus diyar kiribû ku rojane hewcedariya wan bi 200 hezar warîl neftê heye lê gotibû ku ew dikarin bi tenê ji sedî 10ê vê temîn bikin.