Ömer Koparan,Ethem Emre Özcan
11 Gulan 2022•Rojanekirin: 15 Gulan 2022
Li deverên li bakurê Sûriyeyê xebatên çêkirina malên pirkêt ên bi piştgiriya saziyên alîkariyê yên navneteweyî û saziyên civaka sivîl ên Tirk va didomin.

Tirkiyeya ku ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê bi milyonan sivîlên Sûriyeyî diezimîne, li ser xaka Sûriyeyê jî ji bo sivîlan ji cih û warên xwe bûne, projeya çêkirina malên pirkêt didomîne.

Di çarçoveya projeyê da li bakurê Sûriyeyê li Îdlibê û her wiha li herêmên herekata Mertalê Feratê û ya Çiqlê Zeytûnê malên pirkêt tên çêkirin.
Projeya malên pirkêt bi pêşengiya meclisên herêmî yên bi piştgiriya Tirkiyeyê ava bûn va di kordînasyona AFADê da tê birêvabirin.

Malên ku wekî stûnî û asoyî tên çêkirin wekî 1+1 û 2+1 tên sêwirîn.
Projeya malên pirkêt dê bibe bajarên herêmên ewle.
Di van bajaran da dibistan, nexweşxane, mizgeft û parq dê hebin.
Ajansa Anadoluyê malên pirkêt ên ku çêkirina wan didome ji hewa da kişand.