Ekip
11 Gulan 2022•Rojanekirin: 12 Gulan 2022
Li navçeya Şengalê ya li ser bajarê Duhokê ya Iraqê ji ber pevçûnên di navbera PKKya rêxistina terorê û artêşa Iraqê da 1711 malbatan terka navçeyê kir û ew li Duhokê di kampan da hatin bicihkirin.
Midûrê Navenda Têkoşîna Dijî Qeyranê ya Koç û Koçberan a Duhokê Dayan Cafer der barê mijarê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Cafer wiha got: "Ji ber pevçûnên di navbera artêşa Iraqê û YBŞyê (girêdayî PKKyê) da 1711 malbat ji Şengalê hatin kampên li Duhokê. Em dibînin ku hevdîtinên bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ra tesîrê dike. Em hêvî dikin ev gengeşî dawî bibe û însanên di kampan da dijîn vegerin malên xwe."
- Pevçûna di navbera artêşa Iraqê û PKKyê da ya li Şengalê
Di navbera rêveberiyên Bexda û Hewlêrê da di 9 cotmeha 2020î da Peymana Şengalê hatibû îmzekirin û li gor peymanê PKKya rêxistina terorê wê ji herêmê bihata derxistin, lê rêxistin hê li herêmê ye.
Li Şengalê di 2yê gulanê da hêzên YBŞyê yên girêdayî PKKyê û artêşa Iraqê şer kiribûn û li gor îdiayê ji artêşa Iraqê eskerek hatibû kuştin.
Wezareta Parastinê ya Iraqê di 3yê gulanê daxuyandibû ku piştî pevçûnê artêş û polêsan gotin wan li navçeya Şengalê rewş hildaye binê kontrola xwe.
Êzdî û rayedarên HKIyê di her firsendê da destnîşan dikin ku PKK nahêle Şengal cardin ava bibe û gel vegere ser mal û milkên xwe û bang dikin ku PKK demildest ji Şengalê derkeve.