Elif Orhan
19 Tebax 2016•Rojanekirin: 20 Tebax 2016
HESEKE
Li bajarê Hesekêyê ya ku dikeve bakurê rojhilatê Sûriyeyê pevçûnên di navbera PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê û rejima Beşar Esed de berdewam dikin û sivîl hewl didin ku xwe bispêrin cihên ewledar.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî bi dest xistin di roja 4emîn de pevçûnên di navbera hêzên girêdayî birêvebiriya Şamê û PYDyê de bi çekên giran berdewam dikin.
Eziziyeya ku li rojhilatê bajêr cî digire, Xawrana li başûr, li taxên Meşfo û Êrşeyê pevçûn berdewam dikin, di pevçûnan de tank, doçka, topên hewanê tên bikaranîn. PYDê ji Kobanêyê hêzên teqwiye şandin Hesekêyê.
Li Hesekêyê cêyran û av tune û gel ji herêmên pevçûnê direve navçeya Qamişloyê û bajarokên Dirbesiyê û Amûdê yên ku ewledar dibînin.
Artêşa rejimê duh bi balafirên şer û topan li Hesekêyê taxên di bin kontrola PYDê de hedef girtibûn, di êrîşê de 5 jê sivîl 6 kes miribûn. Hêzên PYDê jî bi topên hewanê li baregehên rejimê yên li navenda Hesekeyê xistibûn û bertek nîşanê êrîşa dabûn.
Li Sûriyeyê ji şerê navxweyî ya ku di adara 2011an pê ve dest pê kir de di navbera rejim û PYDê de li bakurê Helebê li Şêx Meqsûda di bin kontrola PYDê de, li Hesekêyê li cihên neftê û cihên kontrolê çend caran pevçûnên rojane qewimîbûn. Rejima esed ev der hiştibûn destê PYDê û hêzên xwe şandibûn herêmên din.
Rejima Esed û PYD li bakurê Sûriyeyê bajarê Hesekê û navçeya Qamişloyê bi hev re bi rê ve dibin. PYD bacê dide rejimê û rejim jî saziyên kamûyê dide xebatê. Karmendên girêdayî rejima Esed wekî beriya 2011an karên xwe dikin. Li Hesekê bacên hin kargehan di navbera PYD û rejimê de tên parvekirin. Piranî hêzên ewlehiyê yên rejim û PYDê li bajêr bi hev re dewriye digerin. Tê zanîn ku li bakurê Hesekê qada neftê ya Rumeylanê ya li bakurê rojhilatê Hesekê ya di bin kontrola PYDê de ji aliyê PYD û rejimê ve bi hev re tê paratin û qismeke nefta ku tê derxistin didin rejimê.