Nihat Kavşut
30 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2018
ANKARA
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, "Di nav sala dawîn da hezar û 451 PKKyî û 40 endamên rêxistinên terorê yên çepgir û radîkal hatin berterefkirin û 336 DEAŞî hatin girtin."
Soylu li salona konferansê ya Wezareta Karên Navxweyî di daxuyaniya çapemeniyê da axivî.
Wezîrê Karên Navxweyî Soylu destnîşan kir di nav sala dawîn da 143 hezar û 394 operasyonên hişbirê hatin kirin û got di van operasyonan da 21 hezar û 947 kes hatine girtin.
Soylu destnîşan kir di salekê da dijî PKKyê 91 hezar û 297, dijî FETOyê 38 hezar û 725, dijî DEAŞê 2 hezar û 483 û dijî rêxistinên terorê yên çepgir û radîkal jî 655 operasyon hatine kirin.
Wezîrê Karên Navxweyî Soylu diyar kir di nav sala dawîn da hezar û 451 PKKyî û 40 endamên rêxistinên terorê yên çepgir û radîkal hatin berterefkirin û got wek mayîn 336 DEAŞî jî hatin girtin.
Soylu der barê 2 eskerên ku li Tunceliyê şehîd ketin da diyar kir cil û amûrên li ser eskerên ku şehîd ketin Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan diemilîne û li gor şert û mercên dijwar yên zivistanê hatine çêkirin ku di standardên dinyayê da ne û wiha axivî: "Kesên ku dixwazin di raya giştî da hişmendiyeke wisa çêkin ku em qehreman û ewladên xwe gorî şert û mercên hewayê dernaxin operasyonê û dixwazin zirarê bidin şerê dijî terorê, digel daxuyaniyên ku hatin dayîn dîsa jî çi ji destê wan tê kirin."
Wezîrê Karên Navxweyî Soylu di berdewamiyê da der barê 2 eskerên ku li Tunceliyê şehîd ketin da wiha peyivî: "Der barê vê bûyerê da em berpirsiyariya xwe dizanin. Wek wezîr ez û hemû hevalên min yên di yekîneyên jêr da em berpirsiyariya xwe dizanin. Em vê berpirsiyariya xwe bi heman awayî berdewam dikin. Demildest mufetîş hatin wezîfedarkirin û wê lêkolîn û lêpirsînê bikin."