Li Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) qanala zarokan a fermî ya yekem Zaro Tvyê dest bi weşanê kir.
Qanal dê bi kurmancî, soranî û zazakî weşanê bike. Wezîrê Çandê yê HKIFê Kava Mahmut, Waliyê Hewlêrê Nevzat Hadî, parlamenter, hunermend û rojnamevan beşdarî merasîma vekirina qanalê bûn.
Berpirsyarê Weşana Giştî yê Zaro TVyê Halgurt Mihemed Elî di axaftina xwe ya vebûnê de destnîşan kir ku vekirina qanaleke zarokan zor e û wiha got: "Ji zarokên me yên ku pêşeroja me ne re qanelek hat vekirin. Ev yek bi rastî jî, ji vekirina qanaleke nûçeyan zortir e. Piştî xebateke 6 mehan me weşana Zaro Tvyê da destpêkirin. Me bernameyên ku zarokan kêfxweş bike û di heman demê de jî wan perwerde bike amade kirin. Zarokên kurd yên li Iraq, Tirkiye, îran, Sûriye û welatên ereban dijîn dikarin Zaro TVyê temaşe bikin. Ji bo vê em li ser Turksat, Nilesat û Hotbirdê weşanê dikin."
Wezîrê Çandê Kava Mahmut jî diyar kir ku wan qanala zarokan ya ku her kes li bendê bû vekirin û sipasiya kesên ku keda wan gihiştiye vê xebatê kir.