BEXDA
Hat ragihandin ku li Iraqê di operasyonên ku hêzên ewlekariyê birin ser rêxistina DAEŞê de 65 milîtan hatin kuştin.
Di daxuyaniya Heşdû Şebiya ku ji dildarên şiî pêk tê de hat diyarkirin ku, li tanga Pireya El-Kermeya Basrayê di navbera wan û milîtanên DAEŞê de pevçûn derket, di şer de 28 milîtanên DAEŞê hatin kuştin, 5 wesayîtên wan hatin îmhekirin û kontrola pireya paşda hat hildan.
Serokê Meclisa Xalidiyeya navçeya Ramadiyê Elî Dawid jî destnîşan kir ku di operasyonên xilaskirina Ramadiyê de yên ku hêzên Heşdû Şebiyê jî piştgiriyê didin polês û leşkeran pêşve diçe.
Dawid diyar kir ku hêzên ewlekariyê li bakur 7, li rojhilatê 3 milîtanên DAEŞ kuştin, 3 makîeyên kar ên ku ji bo kozikan vedin jî hatin îmhekirin.
Serokê Komîteya Ewlekariya Diyalayê Sadiq Huseynî destnîşan kir ku di operasyonên hêzên ewlekariyê yên li Fetha, Beycî û şerqatê de 23 milîtanên DAEŞê hatin kuştin.
Ji hêzên pêşmergeyan Serpel Raîd Mizwarî jî diyar kir ku li Azbeya li başûrê Mûsilê di depoyeke çekan a di destê DAEŞÊ de teqîn çêbû, di teqînê de 4 milîtanên DAEŞê mirin.