MARDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê endamên rêxistina PKKyê bi rokêtavêj û çekan êrîşî Qonaxa Hikûmetê kirin.
Hat destnîşankirin ku di êrîşê da pevçûn derket û di pevçûnê da polêsek birîndar bû û endamekî rêxistinê hat kuştin.
Li gor agahiyan endamên rêxistinê bi rokêtavêj û çekan êrîşî polêsên li ber Qonaxa Hikûmetê ya Nisêbînê kirin.
Piştî êrîşê di navbera hêzên ewlehiyê û endamên rêxistinê de pevçûn derket û di pevçûnê de polêsek birîndar bû û endamekî rêxistinê hat kuştin.
Polêsê ku di êrîşê de birîndar bû piştî midaxeleya ewil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.
Wek mayîn Waliyê Mêrdînê Omer Faruk Koçak hat serdana polêsê birîndar û piştî serdanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Komeke PKKyî di seet 21.30yan de bi rokêtavêj û çekan êrîşî Qonaxa Hikûmetê ya Nisêbînê kirin. Di pevçûnê de endamekî rêxistinê hat kuştin û polêsek jî birîndar bû."