SILÊYMANÎ
Li Çemçemala navçeya Silêymaniya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji bo 26emîn salvegera "Qetlîama Enfalê" merasima bîranînê hat lidarxistin.
Merasim li Bîrdariya Şehîdan a Çemçemalê hat lidarxistin û xizmên cangoriyên Enfalê, nûnerên partiyên siyasî û gelê navçeyê beşdarî merasima bîranînê bûn. Malbatên dilsoj li ser gora bîrdariyê hêstir barandin. Hin malbatan di dema merasimê de xwestin ku rayedar bi malbatên şehîdan re bêtir eleqedar bibin û demek kurt protestoyek kirin.
Qaymeqamê Çemçemalê Amanc Mihemed di merasimê de axivî: "Li nav Çola Ararê ya li sînorê Iraqê ya bi Erebistana Siûdî re de termên hezaran şehîdên me hene. Em dixwazin Hikûmeta Kurdistanê ji bo ku termên şehîdan bîne û teslîmê malbatên wan bike, bêtir hewl bide."
Wezîrê Enfal û Şehîdan Aram Mihemed jî wiha axivî: "Termên 58 şehîdan li morga Fakulteya Tibê ya Silêymaniyê ye. Piştî ku muameleyên wan temam bû em dê wan li Goristana Germiyanê defin bikin. Em dê zêdetir hewl bidin ku hestiyên şehîdên enfalê yên ku li çolan saqesaq hatin binaxkirin, bînin."
Aram Mihemed da zanîn ku wek hikûmeta Kurdistanê ji bo ku "Qetlîama Enfalê" di civaka navneteweyî de wekî qirkirinekê bê qebûlkirin, dê bi her awayî hewl bidin.
Serokê Giştî yê Partiya Civaka Îslamî Elî Bapîr jî got "Hikûmeta Kurdistanê ji bo dîtina şehîdên winda yên Enfalê dikare helwesteke çalaktir nîşan bide. Ji ber ku hestiyên gelek kêm şehîdan anîn."
Bapir parast ku li gor nezinahiya felaketê merasimên bibîranînê kêm dimînin û têrî nakin. Bapîr destnîşan kir ku divê merasimên bihişmetir yên li gor şana şehîdan bên lidarxistin.
Hunermend Ferhad Tûnç jî beşdarî merasimê bû û got ku min silavên gelê Tirkiyeyê ji mexdûrên Enfalê re anîn, axaftinek kurt kir û di dawiya axaftina xwe de stranek got.
Li gor çavkaniyên dîrokî Operasyonên Enfalê bi emrê Serokê berê yê Dewleta Iraqê Sedem Huseyîn di navbera salên1986 û 1988an de hatin kirin û di operasyonê de 150 hezar kurd hatin kuştin. Tê gotin ku di operasyonên ku di 14ê nîsana 1988an de li ser navçeya Çemçemalê hatin kirin de bi hezaran mirov mirin.