Abdullah Tel
28 Tebax 2018•Rojanekirin: 28 Tebax 2018
HEWLÊR
Li Iraqê nûnerên koalîsyona Saîrûnê ya Muqtada es-Sadr bû yekemînê hilbijartinê, koalîsyona Nasirê ya Serokwezîr Heyder Ebadî, koalîsyona Hikûmeta Neteweyî ya lîderê Şiî Ammar el Hekîm û koalîsyona Wataniyeyê ya Iyad Ellawiyê serokwezîrê berê yê Iraqê ji bo koalîsyona meclisê ya herî mezin ava bikin, bi Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî ra hevdîtin kirin.
Di daxuyaniya ji ser malpera înternetê ya fermî ya Barzanî hat weşandin da hat gotin hevdîtin li avahiya Barzanî ya ku li Selehadîna bajaroka Hewlêrê ye pêk hat. Di hevdîtinê da li ser koalîsyona herî mezin a ku tê xwestin li meclisa Iraqê bê avakirin hat qisekirin.
Di daxuyaniyê da ji hemû aliyan hat xwestin ku bila di siyaseta Iraqê da di warê şirîkatî, îtifaq û rêveberiyê da jî rêgezên bibingeh hebin û van mijaran di rojevê da cih girt.
Di hilbijartina dawîn a li Iraqê hat kirin da tu partiyeke meclisa ku ji 329 parlementeran pêk tê bi tena serê xwe 165 parlementerên bo damezrandina hikûmetê hewce dike, qezenc nekir. Ji ber vê jî lazim e partiyên ku di hilbijartinê da bi ser ketin koalîsyonê ava bikin.
Li Iraqê piştî ku rejima Saddam ket di wezîfedarkirinên siyasî da Serokomarî para Kurdan, Serokwezîrî para Şiiyan û Serokatiya Meclisê jî para Suniyan ketibû.