İbrahim Atmaca
28 Tebax 2018•Rojanekirin: 29 Tebax 2018
KUDÜS
Eskerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ku di bin îşxalê da ye, 8 Filistînî binçav kirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji artêşa Îsraîlê hat dayîn, li Şerîeya Rojava bi şev bi îdiaya ku "tevî bûyerên terorê bûne" 8 Filistînî hatin binçavkirin.
Hêzên Îsraîlê timî li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilatê davêje ser malan û bi îdiayên curbecur va Filistîniyan binçav dike.
Li gor çavkaniyên fermî yên Filistînê di girtîgehên Îsraîlê da 62 jê jin, 450 jê girtiyên îdarî, 12 jê parlamenter û 300 jê zarok nêzî 6 hezar û 500 Filistînî hene.
Îsraîl bi navê "girtîbûna îdarî" va Filistîniyan li gor îstixbaratê di navbera mehek û 6 mehan da digre. Heke biryar were dayîn ku girtî ji bo "Ewlehiya Îsraîlê talûke ye" hakimê eskerî bêyî ku sûc îsnad bike dikare maweya girtîbûnê heta 5 salan dirêj bike.