İbrahim Atmaca
28 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2019
Li Iraqê di xwepêşandinên dijî hikûmetê da heta niha bi destê kesên nasnameya wan ne diyar e 68 xwepêşandêr hatine revandin û aqûbeta 56 xwpêşandêran nayê zanîn.
Endamê Komîseriya Mafên Mirovan a Serbixwe ya Bilind a Iraqê Enes Ezawî daxuyaniya nivîskî weşand û diyar kir ku ji 1ê cotmehê vir va paytext Bexda di serî da li wilayetên navîn û başûr di xwepêşandinên ku dijî hikûmetê dewam dikin da heta niha bi tevahî 68 xwepêşandêr hatine revandin û jê 12 kes hatin berdan, lê aqûbeta 56 xwepêşandêran nayê zanîn.
Ezawî tu agahî neda ku kê ev xwepêşandêr revandine û got ku Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê û komîserî ji bo dîtina van xwepêşandêran xebatan didomîne.
Endamê Komîseriyê Elî Beyatli jî di 22yê berfanbarê da daxuyanî dabû û gotibû ku 26 aktivîstên ku beşdarî xwepêşandênan bûn hatin kuştin.
- Xwepêşandinên li Iraqê
Li gor daxuyaniya ku Komîseriya Mafên Mirovan a Serbixwe ya Bilind a Iraqê di 4ê berfanbarê de da, bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên qamûyê li welêt bûn sedema xwepêşandinên mezin. Di van xwepêşandinên ku ji 1ê cotmehê pê va dest pê kirin da heta niha ji 460î zêdetir kes hatin kuştin, 19 hezar kes birîndar bûn.
Di xwepêşandinan da 2 hezar û 700 xwepêşandêr hatin girtin û berdan, 107 xwepêşandêr jî hê girtî ne.
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ji ber xwepêşandinên dijî hikûmetê di 29ê mijdarê da mecbûr mabû û îstifa kiribû.