Hat diyarkirin ku eşîrên Embarê gelek herêmên Ramadiyê û rêya sereke zeft kirine û bi vê tevgera xwe jî rê li alîkariya ku digihişt Swap a hêzên ewlehiyê yên girêdayiyê Nûrî el-Malikî girtin.
Eşîran bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku wan gelek herêm û rêyên bajar girtine bin kontrola xwe û ji bo alîkarî negihêje yekîneyên Swapê ku girêdayî Malikî ne jî xebatên xwe didomînin. Eşîran armanca xwe ya sereke jî destnîşan kir û dan zanîn ku ew dixwazin Tûgaya 8emîn a ku tê de gelek rayedarên leşkeriyê hene bigrin bin qontrola xwe.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku gelê Ramadiyê bi eskerên radestî wan bûne re baş eleqedar dibe, leşkerên birîndar jî derman dikin û wan dişînin welatên wan.
Ji aliyê din ve li bajarê Fellûceyê di navbera endamên eşîran û hêzên ewlehiyê de pevçûneke ku 5 saetan dewam kir derket. Piştî pêvçûnê hêzên ewlehiyê jî ji herêmê vekişîn. Li gor agahiyan di pevçûna ku serê sibê de dest pê kir, jin û zarok jî di nav de bi tevahî 7 sivîl hatin kuştin.