Teşkîlata Îxwanê Mislimîn di sala 1928an de bi destê Hesen El-Benna li bajarê Îsmaîliyeyê hat avakirin. Di sala 1948an de piştî şerê Ereb-Îsraîlê Serokwezîr Mehmûd en-Nukraşî Paşe telîmateke leşkerî da û Îxwanê Mislimîn da girtin û ceza dan endamên wan. Di 17ê îlona 1951î de bi biryara dadrêsiya îdarî ve teşkîlat hat serbestkirin.
Di sala 1952an de serbazên azad dijî Qral Farûq derbe kirin û Îxwanê piştgirî da serbazan. Di sala 1953an de Konseya Komîteya Soreşê biryara girtina hemû partiyan da. Îxwan partî nebû û ji ber vê nehat girtin. Di dewra Serokomarê Misrê yê ewilîn Mihemed Necîb de navbera Îxwan û artêşê baş bû. Cemal Ebdunnasir û hevalên wî dijî Necîb derbe kirin û di sala 1954an de Konseya Komîteya Soreşê biryara xwe guherand û got ku biryara girtina partiyên siyasî ji Îxwanê jî digire û Îxwan jî qedexe kirin. Di wê dewrê de gelek endamên Îxwanê avêtên girtîgehê û mutefekkirên wek Seyîd Qutub darda kirin.
Di sala 1970yan de di dewra Enwer Sedat de endamên Îxwanê serbest berdan û qedexehiya li ser teşkîlatê nehat betalkirin lê teşkîlatê dîsa dest bi xebatên xwe kir. Îxwan û tevgerên îslamî jî bi artêşa Sedat re tev şerê Îsraîlê bûn. Di sala 1979an de Sedat bi Îsraîlê re peymana Camp Davidê îmze kir. Piştî vê Îxwan û tevgerên îslamî dijî Sedat tevgeriyan.
Di 30 salên dewra Husnî Mibarek de ji sala 1981î heta sala 1995an Îxwan beşdarî hilbijartinên parlementoyê bû. Ji sala 1995an heta sala 2011î gotin ku li gor biryara 1954an ya Konseya Komîteya Soreşê Îxwan teşkîlateke qedexekirî ye û nehiştin Îxwan beşdarî hilbijartinan bibe. Di wê demê de rayedarên Îxwanê hatin darizandin û ceza dan wan.
-Şoreşa 25ê Çileya Paşîn
Piştî şoreşa 25ê Çileya Paşîn Husnî Mibarek ji text ket. Di 6ê tîrmeha 2011an de Îxwanê Partiya Edalet û Azadiyê ava kir. Partiyê di hilbijartinên çileya paşîna 2012an de ji 508 kursiyî 213 kursî bi dest xist. Di 14ê hezîrana 2012an de Dadgeha Qanûna Bingehîn hilbijartin betal kir û meclis girt.
24ê hezîrana 2012an de Mihemed Mursî ji sedî 51,73 rey hilda û bû Serokomarê Misrê.
Di 30yê hezîrana 2013an de Tevgera Temerudê xwest ku dîroka hilbijartinê pêşta were hildan çalakî li dar xist û piştî çalakiyan General Ebdilfettah es-Sîsî diyar kir ku derbe kirine.
23yê îlonê de Dadgeha Qahireyê biryara girtina Komela Îxwanê Mislimîn û destdayîna li ser mal û milkên wan da.
Di 25ê çileya pêşîn de hikûmetê Îxwan "rêxistina terorê" îlan kir. Lijneya Wezîran diyar kir ku li gor qanûna cezayê ya Misrê Îxwan "rêxistina terorê" hatiye îlankirin û yê ceza bidin hemû endamên teşkîlatê.