Elif Orhan
02 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2018
BEXDA
Serokomarê Iraqê Berhem Salih peywira avakirina hikûmetê da Adil Ebdulmehdiyê namzedê serbixwe yê şiiyan.
Di daxuyaniya ku ji parlementoyê hat dayîn de hat diyarkirin ku Serokomar Salih peywira avakirina hikûmeta nû da Ebdulmehdî.
Divê Ebdulmehdî di nav mehekî de hikûmetê ava bike.
Ebdulmehdiyê ku bi avakirina hikûmetê hat peywirdarkirin di nav damezrînerê Konseya Îslamî ya Bilind a Şiiyan de cî digirt. Ebdulmehdî ji peywira xwe ya vir îstifa kiribû.
Ebdulmehdî di serdema Celal Talebanî de Arîkariya Serokomariyê, di heyama Heyder Ebadî de jî peywira Wezîrtiya Neftê kiribû û ji van peywirên xwe jî îstifa kiribû û veqetiyabû.