Önder Beyter
03 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2018
NEW YORK
Di anketeke ku bi destê şirketeke lêkolîna qamûyê ya Amerîkayî li 25 welatan hat kirin da derket ortê ku Amerîka hê jî wekî lîderê kurewî tê dîtin, lêbelê pêbaweriya Serok Donald Trump hindik e.
Di anketa ku bi destê Navenda Lêkolînê Pewê ku navenda wê li Washingtonê ye, di 20ê gulanê-12ê tebaxê da li 25 welatan li ser 26 hezar û 112 kesî hat kirin da populertiya Amerîkayê û serokê wê Trump hat nirxandin.
Di anketê da wer xuya kir ku beşdaran li hemberî Çînê, Amerîka wekî lîderê kurewî bijart, lêbelê lîdertiya Trump puanê belê wernegirt.
- Piştevaniya bo lîdertiya Trump di sedî 27an da ma
Li gorî vê, bi tenê ji sedî 27ê beşdaran ji bo Trump got, "me pêbawerî heye ku dê di bûyerên dinyayê da karê rast bike", lê li Îsraîl, Nîjerya, Kenya û Filipînan piraniyê der heqê Donald Trump da nêrîna erênî anî ziman.
Ligel nêrîna neyênî ya ji bo lîdertiya Trump, ji sedî 63yê beşdaran diyar kir ku ew piştgiriya wê pergala dinyayê dikin ku ne Çîn, lê Amerîka bi hêz e.
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî ku bûbû serok û desthilat hildabû nava kefa xwe, şerên gumrikê dabûn destpêkirin, xwe ji Peymana Iqlîmê ya Parîsê dabû alî. Trump meha çûyî di axaftina xwe ya li Lijneya Giştî ya 73yemîn a NYyê da gotibû ku rêveberiya wî, "îdeolojiya kurewî" datîne aliyekî û "doktrîna welatparêziyê" tercih dike.