Ahmet Furkan Mercan
19 Îlon 2023•Rojanekirin: 20 Îlon 2023
TOKYO (AA) - Hikûmeta Japonyayê ragihand, li welêt ji her 10 kesî yek 80 salî û hê mezintir e.
Wezareta Karên Navxweyî û ya Ragihandinê yên Japonyayê daneyên nifûsê 65 û 80 salî û yê jê jortir ên li welêt dijîn, rojane kirin.
Li gorî vê, kesên 80 salî û hê mezintir ên li welêt dijîn li gorî par 270 hezar zêde bûn û derket 12,5 milyonî. Bi vî awayî nifûsê 80 salî û hê mezintir derket asta herî bilind a heta niha û ji sedî 10ê nifûsê giştî yê Japonyayê jî derbas bû.
Ango li welêt ji her 10 kesî yek 80 salî û hê mezintir e.
Li welêt her wiha 36,2 milyon însan 65 salî û hê mezintir in.
Li gorî daneyan nifûsê Japonyayê wekî 124,6 milyonî hat rojanekirin.
Di nifûsê 65 salî û hê mezintir ê wekî "kal û pîr" tê hesibandin da Japonya li dinyayê yekem e û her wiha bi sedî 24,5an Îtalya duyem, bi sedî 23,6an va Fînlandiya jî sêyem e.