Ömer Koparan,Mehmet Burak Karacaoğlu
19 Îlon 2023•Rojanekirin: 21 Îlon 2023
PKK/YPGya rêxistina terorê di mijara zarokên şervan da hin sozan dide welatên Rojavayê, lê dîsa jî dev ji zarokan bernade û propagandaya rêxistinê ji wan ra dike.
Ferhad Abdî Şahînê navê wî yê kod "Mazlûm Abdî" yê ku yek ji rêvebirên PKK/YPGya rêxistina terorê ye di Hezîrana 2019an de li Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) belgeyek îmze kir ku êdî zarok bila ji bo çalakiyan neyên bikaranîn.
Her çiqas belge hatibe îmzekirin jî PKK/YPGya ku Amerîka piştgiriyê didê li ser hesabên medyaya civakî wêne û dîmenên zarokan yên ku cil û bergên rêxistinê li xwe kirine û di kampan da çek di destê wan da ye parve dike.
Zarokên ku ji malbatên xwe hatine veqetandin û di kampan da perwerdeya biçek dibînin jê hinek di çalakiyên terorê da hatine kuştin.
Rêxistina terorê wêneyên zarokên ku hatine kuştin jî wek ku tiştekî normal be parve dike û propagandayê dike.
- Saziyên navneteweyî jî belge dikin ku PKK/YPG bi darê zorê çeka dide destê zarokan û wan dişîne ser
Virginia Gamba di mijara "di pevçûnên çekdar da zarok" da nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê NYê Antonio Guterres e. Gamba di 29ê hezîrana 2019an da li Ofîsa Cenevreyê ya NYyê ji serkirdeyên PKK/YPGyê Ferhat Ebdî Şahînê bi kodnavê "Mezlûm Ebdî" ra hevdîtin kiribû û bi merasima fermî plana ji bo "berdana zarokên nava rêxistinê" îmze kiribû. Tirkiyeyê der barê mijarê da notaya protestoyê dabû NYê.
Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) di 16ê Rêbendana 2020î da raporek weşand û di vê raporê da jî hat gotin ku terorîstên YPG/PKKyê li Sûriyeyê zarokan wekî "şervan" bi kar tînin û li ser vê daneyên nû jî parve kiribû.
Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê di 26ê Hezîrana 2020î da "Rapora Qaçaxcîtiya Merivan a 2020î" weşandibû û tê da qal hat kiribû ku ku YPG/PKKya rêxistina terorê zarokan derdest dike û bi darê zorê dişîne şer.
Di raporê da wiha hatibû gotin, "YPGê ji kampên sipartinê yên li bakurê rojavayê Sûriyeyê bi darê zorê çek da destê zarokên keç û kurîn ên 12 salî û şand şer."
NYyê di rapora xwe ya "Di Pevçûnên Salane da Zarok" a der barê heyama kanûna paşîn-rêbandana 2022yan da eşkere kiribû ku PKKya rêxistina terorê û HDSya şaxa wê ya Sûriyeyê û YPGê di sala 2022yan da ji 1200î zêdetir zarok wekî esker bi kar anîn.
Di raporê da hatibû ragihandin ku HDSya şaxa Sûriyeyê ya PKKyê 637 zarok, PKK/YPGyê û pêkhateyên girêdayî HDSyê 633 zarok tevî kadroya xwe ya çekdarî kir.
Di raporê da cî dan nêrînên Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî yê NYyê. Guterres gotibû ku "Ji ber ku zarok ji hêla HPG/PKKyê va wek esker tên bikaranîn ez gelekî bifikar im. Ez bangî wan dikim ku dawî li wek esker û ji bo armancên cuda bikaranîna zarokan bînin û hemû zarokên di sefên xwe da serbest berdin."