Abdullah Tel
20 Nîsan 2018•Rojanekirin: 24 Nîsan 2018
ANKARA
Çiyayekî agirî yê ku li başûrê rojavayê Japonyayê dikeve û ji sala 1978an vir va dengek jê dernediket dest bi arîrijandinê kir.
Li gor nûçeya ku ajansa Kyodoyê spart Ajansa Meteorolojiyê ji Çiyayê Iwoyê ku li herêma Miyazakiyê ye ji sala 1768an vir va cara ewil e ku arî û dû radibe.
Hat ragihandin Çiyayê Iwoyê ji koma çiyayên Kîrîshîmayê yek e û bilindahiya wê jî bi qasî hezar û 300 metre ye, ariyên jê dertên jî heta 300 metreyî bilind û belav dibin.
Rayedaran ji ber talûkeyê welatiyan hişyar kir û li derdora çiyê tewdîrên ewlehiyê yên berfireh girt.
Li Japonyayê niha 110 çiyayên agirîn yên ku netemirîne hene.