Abdullah Tel
20 Nîsan 2018•Rojanekirin: 21 Nîsan 2018
ÊRÎVAN
Li Ermenistanê piştî ku Serj Sarkîsyanê berê Serokê Dewletê bû û wek serokwezîr hat hilbijartin ji roja înê ya borî vir va çalakiyên dest pê kir û ji duh heta niha herî kêm 120 protestovan hatin binçavkirin.
Li gor ajansa nûçeyan a TASSê ya Ûris li Meydana Komarê ya Êrîvan a paytext ji nav kesên kom bûbûn 16 potestovan hatin binçavkirin.
Rayedarên polêsan ragihandin ku ji rûyê çalakvanan li ser Kolana Gyulbenkyanê di trafîkê da zehmetî çêbû.
Hat ragihandin ku li paytext Êrîvanê ji duh heta niha herî kêm 120 çalakvan hatin binçavkirin. Parlementerê muxalif Nîkol Paşînyan ji çalakvanan xwestibû ku bila avahiyên hikûmetê dagir bikin.
Di şer û pevçûnên ku roja îna borî di navbera polês û çalakvanan qewimî da 6 jê polês 46 kes birîndar bûbûn.