Önder Beyter
08 Mijdar 2017•Rojanekirin: 09 Mijdar 2017
MADRÎD
Li rojhilatê Îspanyayê li herêma xweser Katalonyayê ji bo protestokirina aktîfkirina madeya 155emîn a destûrê û tewqûfkirina endamên berê yên hikûmeta herêma Katalonyayê, biryara greva giştî hat dayîn.
Di greva giştî ya ku li ser bangewaziya sendîkaya bi navê Intersindical-CSCyê hat destpêkirin da rêxistinên civaka sivîl ên serxwebûnxwaz jî bûn pişikdar, lêbelê du sendîkayên herî mezin ên welat ji ber sedema ku "greveke siyasî ye" nebûn pişikdar.
Di grevê da bêtir sektora guhastinê bû hedef û ji ber hindê li zêdetirî 60 noqteyî guhastina beja û rêhesinê rawestiya. Bi taybetî jî li derwazeyê Barcelonayê çavdêrên grevê 6 rê birîn û herwiha li nava bajêr jî li noqteyên herî girîng çalakiyên bi vî rengî kirin.
Herwisa hin komên ku rêhesin îşxal kirin, xeta trêna bilez a Barcelona-Gironayê û xetên hin banliyoyên din bo demeke berwext girtin.
Hat ragihandin ku ji ber çalakiyên bi vî rengî li derwazeyên bajarên mîna Barselona, Girona, Lleida û Tarragonayê dorên dirêj çêbûn.
Li ser hin piran jî pankartên wekî "Li hemberî zextan em gavekê jî paşda nevêjin. Em komar in. 8ê Mijdarê Greva Giştî" hatin daliqandin.
Polêsê katalan jî ji bo vekirina rêyan hewl da ku çalakvanan qanî bike. Ji aliyekî din va jî di çalakiyan da tu bûyer neqewimîn.