Haydar Şahin
08 Mijdar 2017•Rojanekirin: 09 Mijdar 2017
HATAY
Zarokên di nav wan da êtîm jî hene û ji ber şerê naxweyî yê li Sûriyeyê revîn û nika diçin navenda perwerdeyê ya berwext a li Reyhanliya navçeya Hatayê bi resmên ku xêz kirin va qala hezkirina xwe ya ji bo Tirkiyeyê kirin.
Zarokên ji Sûriyeyê perwerdeya xwe ya ku ji ber şerê navxweyî li welatê xwe nîvcî mabû li Reyhanliyê didomînin. Li Reyhanliyê ji 20 hezarî zêdetir zarokên ji Sûriyeyê jiyana xwe didomînin.
Xwendekarên xwendingeha ku bi destê Komeleya Pêşketin û Piştevaniya Mirovahiyê (ÎDKA) hatibû çêkirin perwerdeyê dibînin bi resmîn ku xêz kirin va qala hezkirina xwe ya Tirkiyeyê kirin. Xwendekaran di resman da alaya Tirkiyeyê, kevok, dil û kûlîlk xêz kirin.
Ehmed Demirê 11 salî yê ku ji Helebê hatiye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji ber ku li Tirkiyeyê ye zehf kêfxweş e.
Demir diyar kir ku ji ber şerê navxweyî li welatê wan perwerdeya wî nîvcî ma û got, "Ev 3 sal e ez bi malta xwe ra li vê derê dimînim. Şikur ji Xwedê ra em kêfxweş in. Ji ber ku em ji Tirkiyeyê hez dikin me ev resman xêz kirin."