İbrahim Atmaca
27 Mijdar 2018•Rojanekirin: 28 Mijdar 2018
KERKÛK
Li navenda Kerkûka bajarê Iraqê ku herî zêde Tirkmen lê dijîn, agir bi Sûka Sergirtî ya Qeyseriyê ku di dewra Osmaniyan da hatiye çêkirin, ket.
Berpirsê Çapemeniyê yê Midûriya Îtfaiyeya Kerkûkê Qays Kerkuklu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji ber sedemeke hê ne diyar e, agir bi Sûka Sergirtî ya Qeyseriyê ket, ji 400î zêdetir kargehên sûkê şewitîn û nema tên bikaranîn.

Kerkuklu diyar kir ku bi dehan wesayîtên îtfaiyeyê sewqî cihê bûyerê kirin, ji ber ku agir bişev pê ket tiştek bi kesî nehat.
Kerkûklu daxuyand ku temirandina agir hê dewam dike.