Önder Beyter
27 Mijdar 2018•Rojanekirin: 28 Mijdar 2018
BERLIN
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der heqê cinayeta rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi da wiha got, "Em wisa bawer nakin, kesên ku hatin Tirkiyeyê bi serê xwe tevgeriyan. Em ewqasî ji vê bawer in. Dê newêribûna vê yekê bikin. Lêbelê helbet ez nikarim bêyî delîl tiştekî bêjim."
Çavuşoglu di hevpeyvîna ku da rojnameya Alman Suddeutsche Zeitungê da di mijarên cinayeta Kaşikçi, peywendiyên Tirkiye YE-Almanyayê û mijarên din ên di rojevê da nirxandinên xwe anîn ziman.
Çavuşoglu diyar kir ku wî qeydên dengan ên ku di dema kuştina rojnameger Cemal Kaşikçi da hatine qeydkirin, guhdarî kir û wiha dewam kir, "Servîsên veşartî çavkaniyên xwe eşkere nakin. Lêbelê min ev guhdarî kirin. Kaşikçi di nava 7 deqîqeyan da tê kuştin. Ev cinayeteke mexsûs e. Tiştekî wisa tune ji ber ku ew qanî nekirin ku vegere, lewma biryara kuştina wî dan. Tê bihîstin ka pisporê tiba edlî çawa telîmatê dide. Gava wucûdê perçe bike, divê muzîkê guhdarî bike. Wer xuya ye ji vê kiryara xwe zewqê werdigire. Ew ji perçekirina însanan hez dike. Ev tiştekî kirêt e. Herwiha em wisa bawer nakin, kesên ku hatin Tirkiyeyê bi serê xwe tevgeriyan. Em ewqasî ji vê bawer in. Dê newêribûna vê yekê bikin. Lêbelê helbet ez nikarim bêyî delîl tiştekî bêjim."
- "Gelek welatên YEyê hene ku biryara DMMEyê bicih naynin"
Bi Çavuşoglu biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya ji bo Selahettîn Demirtaş dan bibîrxistin û Çavuşoglu jî wiha xeberda:
"Ya yekê DMMEyê berê der heqê Demîrtaş da biryareke cuda dabû, ya duyê jî li gorî min, ev biryareke siyasî ye. Dadrês divê tiştekî wiha neke. Li DMMEyê em ê biçim Daîreya Mezin (temyîz). Ya sêyê jî gelek welatên YEyê hene ku biryara DMMEyê bi cih naynin. Bo nimûne, ligel biryara DMMEyê, eqaliyeta Tirk li Yewnanistanê di navên komeleyan da nikarin navên Tirk biemilînin. Atîna ev 10 sal e vê yekê nayne cih. Ma kes zextê li Yewnanistanê dike?"
Çavuşoglu bal kişand ku di vê derê da mijara sereke, bereksê siyasetê hiqûq û qanûn e û wiha got, "Herçiqas peywendiyeke rasterast a Demirtaş bi rêxistinê ra tunebe jî, ew wê yekê venaşêre ku piştgiriyê dide PKKyê."
Mevlut Çavuşoglu der heqê hevdîtinên di serdema pêvajoya çareseriyê da jî got ku wekî encam ev bi kêr nehat û ew ê di dahatûyê da jî bi kêr neyê.
Çavuşoglu bal kişand ku pêvajo hat sûîstimalkirin û wiha axivî, "Terorîstan sûîstimal kir. Wan ne tenê li çiyê, lêbelê xwestin li bajaran jî nûnerên xwe zêde bikin. Nexwestin çekan daynin û gelek mesûm kuştin."