Ali Makram Ghareeb
22 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2022
Li Kerkûka bajarê Iraqê ji bo dara zeytûnê ya 140 sal emrê wê heye 8 hezar dolar tê xwestin.
Dara zeytûnê bi qasî 5 sal berê ji Îtalyayê anîne û li Daraman a herêma Kerkûkê di qada dar û nebat gihandinê da danîne.
Ev dara kevnar a ku ji derveyê welêt anîn û piştî çikandinê avdan, lê xwedî derketin û piştî ku koka xwe girt niha jî bi 8 hezar dolarî difiroşin.
Xwediyê qada ku dar û nebat lê tên çikandin û firotin Evdilmitelip Hiseyîn Hamzelî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji ber emrê darê her diçe eleqeya li serê zêde dibe û kesên tên û li cem wêne dikişînin gelek in.
Hamzelî destnîşan kir ku ji bo anîna vê darê wî gelek hewl da û bi bîr xist ku êdî zeytûn nagire lê qiymeta wê ji ber emrê wê ye û wiha domand: "Ji ber daxwazan min ev derxist firotinê. Dara zeytûnê gelek li ber xwe dide û di nav gel da jî nîşaneya bereketê ye. Min ewilî nedixwest bifiroşim lê ji ber daxwaz zêde bûn min jî biryar da bi 8 hezar dolarî bifiroşim."