Kasım İleri,Tuğçenur Akgün
22 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2022
Serokê Amerîkayê Joe Biden ji Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy ra got, "Hewce nake ku hûn têkevin fikarê, heya ku Ukrayna li wê derê be, em ê ligel Ukraynayê bin."
Ji 24ê sibatê destpêka şerê ku Rûsya dijî welatê wî dike û heta niha Serokê Dewleta Ukraynayê Zelenskiy derket derveyî welêt û ziyareta xwe ya ewil kir. Zelenskiy bi Serokê Amerîkayê Biden ra li Qesra Spî hevdîtin kir û paşê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
Biden di civînê da diyar kir ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn li Ukraynayê binesaziyên krîtîk dixe hedef û şer zêdetir gur dike.
Biden destnîşan kir, di şerê ku ji 300 rojî derbas bû da gelê Ukraynayê nîşanî Rûsya û hemû welatên dinyayê da ku ew çiqas ji welatê xwe hez dikin û ji biryardariya xwe nayên xwarê.
Biden qala alîkariyên ku Amerîkayê heta niha dan Ukraynayê kir û daxuyand ku welatê wî wê seba Ukraynayê alîkariyan bidomîne.
Biden got ku gelê Amerîkayê jî piştgiriyê dide alîkariya seba Ukraynayê.
Biden got ku Amerîkayê heta niha bihayê 20 milyar dolarî zêdetir alîkariya eskerî, pergalên Patriotê, pergalên moşek û roketan û gelek çek dan Ukraynayê.
Biden vegeriya û berê xwe da Zelenskiy û wiha gotê, "Hewce nake ku hûn têkevin fikarê, heya ku Ukrayna li wê derê be, em ê ligel Ukraynayê bin."