KERKÛK
i ber ku bajarê Kerkûkê di bin xetereya milîtanên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) de ye li bajêr ewlehî qels e. Yên ku vê wek firsend dibînin jî êrîşî xetên boriyê yên neftê yên ku di başûrê bajêr de derbas dibin, dikin.
Li Kerkûkê piştî ku artêşa Iraqê bajêr terikand, pêşmerge ketin bajêr û di navbera milîtanên DÎŞIyê û hêzên pêşmergeyan de rageşî derdikeve. Dizên ku vê rageşiyê wek firsend dibînin ji xetên boriyê yên neftê yên ku di başûrê bajêr de derbas dibin, nefta xam didizin.
Dizên neftê boriyên di binê erdê de qul dikin û vaneyan vedikin û nefta xam berdidin hewzan.
Dizên neftê paşê nefta di hewzan de dikin bîdonan û bi wesaîtan dibin.