İbrahim Atmaca
21 Hezîran 2020•Rojanekirin: 22 Hezîran 2020
Li Kerkûka bajarê Iraqê piştî jimara kesên ku bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketine, zêde bûn, xebatkarên tenduristiyê ji şert û mercên xebatê yên ku giran bûne, gilîdar û şert û merc protesto kirin.
Xebatkarên tenduristiyê li pêşiya Nexweşxaneya Dewletê ya Kerkûkê civiyan û bertek nîşanî şert û mercên xebatê yên ku giran bûne, dan.
Personelê tenduristiyê Hemmûd Kalelî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bal kişand ku li nexweşxaneyan jimara personelên tenduristiyê kêm in, di hefteyeka dawîn da di 10 personelên tenduristiyê vîrus hat tesbîtkirin û ew hildan karantînayê.
Personela tenduristiyê ya Nexweşxaneya Azadiyê ya Kerkûkê Edîbe Eliyê jî got ku li nexweşxaneyê ekîbman kêm in û cil û bergên parastinê qediyane û ew êdî ji xwe ditirsin.
Eliyê diyar kir ku lepikên parastinê û maske xelas bûn û li ocaxên tenduristiyê jî xebatên dezenfektanê tên îhmalkirin.
Hesen Sakî jî got ku ew ditirsin ku vîrus kişiyabe wan jî û xwest ku testa hemû personelên tenduristiyê were kirin.